Li Îranê 12 malbatên Belûc bi darê zorê tên dersînorkirin

Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, li eyaleta Yezd a Îranê malbatên belûc ên hatine binçavkirin ku di nava wan de jin, zarok û pitik jî hene tevî ku xwediyê belgeyên nasnameyê ne jî bi hinceta ewlehiyê ji Efxanistanê re tên dersînorkirin.

Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, li Îranê yekşneyên ewlehiyê û erkdarên cilên sivîl li xwe kirine li gundên Bah û Gariz ên navçeya Taft a girêdayî eyaleta Yezd herî kêm 12 malbatên Belûc binçav kirine û pêvajoya dersînorkirina bi darê zorê dane destpêkirin. Hate ragihandin ku malbat sibeha 31’ê Kanûnê ji kampa li Zahidanê ji bo xeta sînor hatine sewqkirin.

Çavkaniyên xwecihî û dîmenên hatine weşandin nîşan didin ku herî kêm çar otobus malbatên hatine binçavkirin ji kampê dibin ser xeta sînor. Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku sewqkirina malbatan di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê ya zêde de û li gel miameleyeke xirab tê kirin.

Çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku tevî ku malbatên hatine binçavkirin xwediyê belgeyên nasnameyê ne jî bi hinceya ‘’lêpirsîna ewlehiyê’’ kiryarên wan hatine betalkirin. Li gorî agahiyên rayedarên xwecihî dane fermana dersînorkirinê ji Tehranê hatiye dayîn.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin navên welatiyên ku hatine binçavkirin ev in; Habib Kharkuhi (hevjîna wî û şeş zarokên wî), Hatem Erbab (hevjîna wî û şeş zarokên wî), Bazmuhammed Kharkuhi ( hevjîna wî û çar zarokên wî), Samed Kharkuhi (hevjîna wî û sê zarokên wî), Muhammed Rigi (pênc zarokên wî), Cemşid Narui (hevjîna wî û çar zarokên wî), Muhammedreza Brahuiyê 70 salî û Meryem Kharkuhiya 55 salî. Hate ragihandin ku di nava hinmalbatan de zarokên ji 18 saliyê biçûktir û pitik hene.

Saziyên navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku rîskên ewlehiyê yên cidî yên dersînorkirina malbatan a bi darê zorê heye. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û pisporên serbixwe jî beriya niha têkildarî xeternakbûna dersînorkirinên bi vî rengî hişyarî dabûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên xwecihî û berpirsiyarên kampa li Zahidanê têkildarî mijarê hê daxuyaniyeke fermî nedane. Saziyên civakî jî bang kirin ku pêvajo were sekinandin, zelalkirin û rewşa nasname û hiqûqî ya kesên hatine binçavkirin ji aliyê sazî û parêzerên serbixwe ve werin lêkolînkirin.